25 Hezîran 2016•Rojanekirin: 26 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş diyar kir demekê hin kesan dixwest miletê bikin rêzê, wan ji eslê wan dûr bixin, lê di wê têkoşîna ku 150 salî dewam kir da gel bi ser ket.
Berdevkê Hikumetê û Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş beşdarî bernameya paşîvê ku Beşa Zanîngehê ya Şaxa Ciwaniya Bajarê Stenbolê ya AK Partiyê li Yanîkapiyê organîze kir, bû. Di bernameyê da ji Quran hat xwendin û fragmana fîlmê Munayê hat nîşandan.
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş di xeberdana xwe da got: "Demekê li vî welatî hin kesên ku dixwestin milet bikin meriv, bixin rêzê, milet ji eslê wan dûr bixin û li vî welatî ji bo gihandina nifşên nû hewl didan hebûn û divê mirov binihêre gelo ew bi ser ketin yan na. Şikir ji Xwedê ra ev têkoşîna 150 salî gel qezenc kiriye. Ew kesên ku baweriya wan bi nirxên vî gelê hebû, têkoşîn qezenc kir, ew kesên ku ji rastiyên gel dûr bûn bi ser neketin."
"Qismekî ku tu carê qedr û qiymetê nadin hesasiyetên vî gelî her tim hene"
Kurtulmuş ragihand ku ji ber ku di demeke wiha da bi ciwanan ra hat bal hev, gelek kêfxweş bû û wiha got: "Ev têkoşîn li ser vê erdnigariyê herî kêm du sedsal e heye. Li aliyekî qismekî ku ji nirx, bawerî, qedr, qiymet, dîrok û gelek tiştên vî miletê dûr in hene û tu car jî li ser nirxên vî gelê li hev nekirine. Li aliyê din jî aliyê gel heye yanî hûn hene. Demekê li vî welatî hin kesên ku dixwestin milet bikin meriv, bixin rêzê, milet ji eslê wan dûr bixin û li vî welatî ji bo gihandina nifşên nû hewl didan hebûn û divê mirov binihêre gelo ew bi ser ketin yan na. Şikir ji Xwedê ra ev têkoşîna 150 salî gel qezenc kiriye. Ew kesên ku baweriya wan bi nirxên vî gelê hebû, têkoşîn qezenc kir, ew kesên ku ji rastiyên gel dûr bûn bi ser neketin. Ew kesên ku ji kevneşopiyên me bawer in û bawer dikin ku pêşveçûna vî gelê girêdayî wê çandê ye têkoşîn qezenc kir. Yên bêesil qezenc nekir. Bi îzna Xwedê li vî welatê ji niha bi şûn va wê wiha be."