ANKARA
Serokomar Abdullah Gul li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku "Zagona Înternetê" erê kir.
Gul, îfade kir ku ev demeke dirêje ku li ser hesabê wî yê Twîtterê der barê zagona navborî de, jê re gelek peyam tên şandin. Gul got ku di peyaman de bi taybetî li ser du babetan îtiraz tên kirin.
Serokomar Gul got ku bi rastî haya wî ji van babetên li ser îtiraz tên kirin heye û wiha dewam kir:
"Ez bi hikûmetê re hatibûm bal hev û min fikr û ramanên xwe yên derbarê her du xalan de, par ve kiribû û min xwastibû ku ew her du xal bên sererastkirin. Ez dibînim ku her du xal dê sibê bi verastkirineke zagonî bên sererastkirin û fikarên derbarê mijarê de ji holê bên rakirin."
Ji bo xweşbîniya hikûmet û partiyên me yên siyasî spasiyên xwe pêşkêş dikim.