Serokomar Gul piştî resepsiyona ku li dû merasima tewecuhê ya Nîşanên Liyaqat û Komarê ya ku li Koşka Çankayayê hat dayîn bersiva pirsên rojnamegeran da.
Gul bersiv da pirsa, "Li herêmê ji ber DÎŞIyê nerehetiyeke mezin heye. Di nûçeyan de tê gotin ku piştî Mûsilê berê xwe dan Kerkûkê. Hûn herêmê ji aliyê Tirkiyeyê ve çawa dinirxînin?" û got ku ev rûdan wisa zêde ne surprîz in.
Gul wiha axivî:
"Hûn ê bi bîr bînin, min salên çûyî gelek bal kişandibû li ser. Min gotibû, 'Dibe ku Efganistan bigehêje qeraxên Behra Spî'. Ji ber vê min hişyarî dabû hemû hevbendan. Divê hûn cihekî vala nehêlin. Heke ku hûn cihên vala bihêlin, waye tijî dikin. Tiştên bi vî awayî dibin. Ji vê qasê û şûnde têkildarî zehmetir dibe. Di axaftina xwe ya meclisê de jî min bal kişandibû li ser vê mijarê."
Helbet em Tirkiye ji nêz ve dişopînin, hem ji hêla leşkerî û hem jî ji hêla siyasî ve. Hem wezaret û hem jî hêzên çekdar civînên kordînasyonê dikin. Mûsil duyemîn bajarê Iraqê yê mezin e. Helbet ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di vê navberê de qasî ku min dît şêwreke cidî heye. Ez bawer im li herêmê dê destûrê nedin pêşveçûnên defakto."