09 Nîsan 2016•Rojanekirin: 10 Nîsan 2016
ÎSTANBUL
Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê: "Bi îzna Xwedê li vî welatî tu kes bi gotina ev tirk, kurd, ereb, çerkez û laz e nikare 78 milyonî perçe bike."
Numan Kurtulmuş di Meclisa Şêwrê ya Bayrampaşayê ya AK Partiyê ku li Navneda Çandê ya Mehmet Akif Ersoy hat kirin da xeberda û destnîşan kir ku Tirkiye di nav 13-14 salan da gelek pêşva çû.
Kurtulmuş di xeberdana xwe da wiha got: "Kesên ku naxwazin wek dewleteke mezin Tirkiye bi pêş bikeve, di heyamên berê da çawa şerê rast û çepgiran, pevçûnên elewî û suniyan derxistin, niha jî PKK û beriya wê jî rêxistina ASALAyê li hember Tirkiyeyê wek kozê terorê emilandin. Niha jî bi lingê Tirkiyeyê girtine û nahêlin pêşva here. Ev di heman demê da hesabên 100 sal berê ne ku nîvco mane. Niha jî dixwazin cardin van meseleyan derxin holê."
"Emê bi hêz bimeşin"
Kurtulmuş diyar kir ku kesên dîndar û yên ku îdia dikin dîndar in derî derî geriyan û gotin 'raya xwe bidin HDPê' û wiha pê da çû: "Ez dizanim dibe ku li Bayrampaşayê wisa nebûye lê vê derê jî geriyan û gotin 'rayên xwe bidin CHP û MHPê'. "
Kurtulmuş destnîşan kir ku armanca wan ew bû ku AK Partî bide der û wiha axivî:
"Bidin der ew ê çi bibe? Tirkiyeyeke hêzdar ewê nemeşe. Tirkiyeyeke muqtedir ew ê tunebe. Li van erdan miletê ku xwedî hişmendiya Selçuqî û Osmaniyan e ew ê ranebe piya. Wê çaxê Tirkiyeyeke ku ji her aliyan emir distîne, li ber derê ÎMFyê destê xwe vedike û li gor emrên ku tên diricife ew ê hebe. Ji bo vê dixebitin. Em vê lîstikê xirab dikin û em ê xirab bikin jî. Emê çito xirab bikin? Em ê bi bîrewerî, baldarî, semîmiyetê va lîstikê xirab bikin. Xîreta we, bîreweriya miletê me, sekna bi dîrayet a Serokomarê me ev lîstik xirab kir. Înşaellah ew ê ji îro şûnda jî xirab bike. Emê wek hikûmet, Serokomar, partî bi destê hevdu bigrin û di rêya xwe da dewam bikin."
"Bêzar bûn, hilfirîn û tirsîn tuneye"
Kurtulmuş ragihand AK Partiyê ew sozên ku li meydanên hilbijartinê dabû miletê di nav 3 mehan de bi cih anî û wiha pê de çû: "Ewê bi bombeyan, bi sûîqestan ve bixwazin ku rê lê bigirin. Tam li dijî vê me çi soz dabû milet? Me gotibû xebatkarên taşeron, emê meseleya karkerên taşeron hel bikin. Tayînkirina mamosteyan, emê wê çareser bikin. Ji bo çêkirina rê û pireyan me soz dabû, emê çêkirina rê û pireyan bidomînin. Dema ku em vê dibêjin hin kes dibehecin. 'Evqas bûyerên terorê diqewimin hûn çawa qala çêkirina rê û pireyan dikin.' Mêrikê cahil teror ji xwe vê yekê dixwaze, bitirse, ji mala xwe dernekeve, hişbe, bê deng be, hilfire û qet tu tiştekî neke. Ji eksê wan re çi hewce dike emê wî çêkin. Fabrîke, rê, bendav û zanîngehan vekin, balafirgehan mezin û fireh bikin, bernameyên xwe yên civakî zêde bikin. Me çi wed kiribe emê wan bikin. Bêzar bûn, hilfirîn û tirsîn tuneye emê di rêya xwe de dewam bikin. Em li ser rûyê erdê hesab didin gel û di qada uxrewî de jî didin Xwedê. Em ji xeynî milet û Xwedê hesab nadin tu kesî. Em li ber tu kesî stûyê xwe xor nakin û çok danaynin erdê."