Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan der barê pêşenivîsara pêvajoya çareseriyê de wiha got: "Di meha îlonê de ev hat xeberdan û nîşanî Îmraliyê jî dan. Haya Îmraliyê jî ji naverokê heye. Lijneya HDPyê ya ku di 12ê îlonê de çû agahî hilda. Bi Qendîlê re jî axivîn. Piştre bûyerên ewlehiyê û dawîlêanîna bûyeran hat rojevê."
Akdogan di NTVyê de beşdarî weşana zindî bû û wiha got: "Civak piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê. Wê erka siyasî pirsgirêkê çareser bike û erka siyasî jî bi piştgiriya civakê dimeşe."
Akdogan destnîşan kir ku polîtîkayên der barê pêvajoya çareseriyê de piştgiriyeke mezin dibînin û wiha got: "Di vê çarçoveyê de hikûmet bi îradeya gel dimeşe û dernakeve derveyî daxwazên gel."
Akdogan diyar kir ku ev mesele piralî ye û got ku mijarên teknîkî hene, hin mijar tên eşkerekirin û hin mijar jî ji ber ewlehiya pêvajoyê wê di nav demê de derkevin meydanê.
Akdogan li ser pirsa "Selahattîn Demirtaş dibêje haya me ji pêşenivîsarê tuneye, em nexşerêyê nizanin, hûn çi dibêjin?" wiha axivî: "En gotin ne xweş in. Li vir bira kes kesî nexapîne. Her kes Davutoglu nas dike û dizanin ku derewan nake. Davutoglu beriya her tiştî ji bo pêvajoya çareseriyê lijneyek ava kir. Ev hemû nîşan dide ku em girîngiyê didin pêvajoya çareseriyê. Hikûmeta nû ji bo pêvajo bimeşe rê û rêzik diyar kirine û di meha îlonê de ev hat xeberdan û nîşanî Îmraliyê jî dan. Haya Îmraliyê jî ji naverokê heye. Lijneya HDPyê ya ku di 12ê îlonê de çû agahî hilda."