20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag: "(Ji bo Sûriyeyê hevdîtinên li ser çareseriya siyasî) Mafê tu kesî tuneye ku ji me rizayê hêvî bike ku rêxistina terorê li ser maseyê be. Helwesta Tirkiyeyê di vê mijarê da zelal e."
Bozdag: "(Doza Riza Sarraf) Em pir eşkere dibêjin ku ev doz siyasî ye, bingeheke xwe ye hiqûqî tuneye, li dijî Tirkiyeyê dozeke dafikê ye. Yên ku darizandinê dikin, li ser berşikên dozê bi awayekî pir eşkere zextê dikin."
Bozdag: "Di rojên pêşiya me da biryarnameya di hukmê qanûnê da (BHQ) ya nû wê derkeve. Emê heta çend rojan du BHQyan ku yek jê biryarnameya tevdîrê ye, ya din jî biryarnameya verastkirinê ye, biweşînin."