Ferizat Kaya
11 Gulan 2017•Rojanekirin: 13 Gulan 2017
WASHINGTON
Li gorî daxuyaniya Qesra Sipî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 16ê gulanê da dê ji aliyê Serokê DYAyê Donald Trump ve bê ezimandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê berdevkê Qesra Sipî Sean Spicer ve hat weşandin da wiha tê gotin: "Di 16ê gulanê da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê li Qesra Sipî bê ezimandin. Di hevdîtina herdu serokan da dê mijarên xurtkirina têkiliyên dualî û tevgerên li dijî terorîzmê bên nirxandin.
Serokomar Erdogan di 20ê nîsanê da daxuyanî dabû çapemeniyê û ragihandibû ku piştî ziyareta Çînê di 16-17ê gulanê de dê here DYAyê û bi Trump re hevdîtinê bike.