TBMM
Hevserokên Partiya Demokrat a Gelan (HDP) Sebahat Tûncel, Ertgrul Kurkcu û parlementerên Îstanbûlê Sirri Sureyya Onder û Levent Tuzel li parlementoyê civîna çapemeniyê li dar xistin.
Tûncelê diyar kir ew biryara ku Dadgeha Destûra Bilind ji bo parlementerê CHPê yê Îzmirê Mûstafa Balbay dabû ji bo parlementerên BDPê yên girtî nehat kirin û ji ber vê yekê jî dest bi grêva birçîbûnê kiribûn lê êdî dawî li grêva xwe anîn.
Tûncelê îdia kir ku ji roja damezrandina Tirkiyeyê û heta niha, her tim bi hiqûqeke du alî re rû bi rû mane, rewşa parlementerên girtî jî bi bîr xist û dest nîşan kir ku heqê bijartin û hilbijartinê tê binpêkirin, standarda dualî ya desthilatî û muxalefetê jî divê ji holê bê rakirin.
-"Ji nû ve îlankirina şer e"
Onderê HDPyî jî got: "Gelo qet gunehê diz tuneye?" û da zanîn ku ji bo hişyariyeke dîrokî û hay ji vê rewşê hebûnê dest bi tevgereke wiha kirine û wiha dewam kir: "We ji bo siyaseta demokratîk û siyasetkirinê soz da kurdan. Wan jî ji we bawer kir û çek danîn. Li gor qanûnê jî ew kesên ku îro divê derkevin derva lê hûn li gor qanûna Têkoşîna bi Terorê re wan heps dikin. Ev dîsa tê wê wateyê ku hûn ji nû ve bi kurdan re şer dikin."