DIYARBAKIR
Dadgeha Bingehîn ji bo parlementerê CHPyê Mustafa Balbay biryarek da û Dadgeha Cezayê ya Giran a 13emîn a Îstanbûlê jî li ser vê biryarê Balbay serbest berda. Piştî vê biryarê baroya Diyarbekirê jî ji bo serbestmayîna 5 parlementerên BDPyê yên girtî serî li Dadgeha Cezayê ya Giran a 5emîn û 6emîn a Diyarbêkirê da.
Dosyayên Parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selma Irmak, Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Ayhan, Gulser Yildirim û Kemal Aktaş ji aliyê dozgeriyê ve tê lêkolîn.
Dozgeriyê piştî ku lêkolîna xwe qedand dê raya xwe pêşkêşî dadgehê bike. Dadgehê jî ji bo serbestmayîna parlementeran dê serlêdana parêzeran binirxîne û der barê parlementeran de dê biryara xwe bide.
Serokê Baroya Diyarbêkirê Tahir Elçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî biryara der barê Mustafa Balbay de ji bo serbestmayîna parlementerên BDPyê serî li Dadgeha Cezayê ya Giran a 5emîn û 6emîn a Diyarbekirê dan û wiha dewam kir: "Ev biryara ku hat dayîn ji bo maf û azadiyên bersûcan pir girîng e. Piştî biryarê em ji bo serbestmayîna Balbay pir kêfxweş bûn. Lê lazim e ku ev biryar ji bo parlementerên girtî yên din jî bê sepandin."