Elif Orhan
21 Îlon 2019•Rojanekirin: 21 Îlon 2019
ANKARA
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya der barê xwepêşandanên bêdestûr ên di 6-8ê cotmeha 2014an da bi hinceta Kobanêyê (Eyn El Ereb) hatin kirin da ji bo Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdaga Hevserokên Giştî yên HDPyê yên berê biryara girtinê hat dayîn.
Demirtaş ji Girtîgeha Edirneyê ya ku lê girtî ye, Yuksekdag jî ji Girtîgeha Kocaeliyê bi Pergala Enformatîk a Bidîmen û Bideng (SEGBÎS) cuda cuda îfade dan dozgerê komarê.
Dozger piştî miameleya îfadeyê bi daxwaza girtinê Demirtaş û Yuksekdagê sewqî dadgeriya cezaya silhê ya nobedar kir.
Di nivîsa sewqî ya dozger da hat gotin ku ji ber bûyerên 6-8ê cotmehê serdozgerî lêpirsînê dike, di serî da bajarên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li 32 bajêran barîqat hatin danîn û rê hatin birîn, bi çekên lûledirêj, molotof, fişengên hewayî, kevir û çovan zirar dan avahî, wesayît û îkametan û gelek welatî mirin.
Di nivîsê da dan zanîn ku li gor naveroka dosyeyê "ji bo ku gumanbaran sûcê dixin sitûyê wan kirine gumana sûcê ya hêzdar heye" û hat xwestin ku Demirtaş û Yuksekdag bên girtin.
- Biryara girtinê
Piştî biryara sewqê Demirtaş û Yuksekdagê û parêzerên wan li pey hev îfade dan Dadgeriya Cezaya Silhê ya 1emîn.
Dadger piştî miameleya îfadeyê biryar da ku gumanbar ji ber sûcên "xirakirina yekîtiya dewletê û bihevrabûna welêt", "veşartina sûcekî yan jî veşartina delîlên sûcekî din an jî ji bo neyên girtin bi yekî bidin kuştin", "yekî ezmê kuştinê bikin" û "bi mirovan talan bidin kirin" û "mirovan ji azadiya wan dûrxistin" bên girtin.