Türkan Tosun
26 Hezîran 2019•Rojanekirin: 27 Hezîran 2019
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got: "Gotina em piştgiriyê didin nameya serkêşê terorê û qebûl dikin îdiayeke şerm û bêexlaq e. Nêrîna MHPyê ya terorîzmê zelal e û naguhere."
Bahçelî di komcivîna TBMMyê ya partiya xwe da axivî û behsa mijarên rojevê kir.
- "Nêrîna MHPyê ya terorîzmê zelal e û naguhere"
Der barê rexneyên nameya Serkêşê terorê Abdullah Ocalan da Bahçelî got wan wek MHP piştgirî nedaye vê nameyê û wiha axivî: "Gotina em piştgiriyê didin nameya serkêşê terorê û vê qebûl dikin îdiayeke şerm û bêexlaq e. Nêrîna MHPyê ya terorîzmê zelal e û naguhere."
Ji bo rexneyên Meral Akşenera Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê jî Bahçelî wiha got: "Şexsa li ser ÎPê dibêje me mitîl avêtiye Îmraliyê, nexwe bûye şahidê vê. Ewê an li Îmraliyê nobed girtiye, an Pensîlvanyayê pifî gihê wê kiriye, an jî aqlê xwe û bîranînên xwe ji bo berdêlekî dewrî efendiyên xwe kiriye."
- Geşedanên li Behra Spî
Bahçelî behsa geşedanên li Behra Spî jî kir û wiha axivî: "Hikûmeta Yewnanan divê bizanibe ku eşqiyayekî li Behra Spî û Egeyê pêşiya me bibire hê ji diya xwe nehatiye dinyayê."
-Kirîna S-400an
Der barê kirîna S-400anda Bahçelî anî ziman kirîna wan ferz e û wiha got: "Tirkiye divê teslîm nebe, tawîzê nede. Kirîna S-400an bi tenê ne ji bo ewlehiya me ya neteweyî, ji bo dewleta neteweyî jî pir girîng e."