ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ku biçe Azerbaycanê li Balafirgeha Esenbogayê daxuyanî da û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Rojnamegerekî qala Lijneya Wezîran kir û got ku piştî civîna lijneyê daxuyanî hat dayîn û der barê pêvajoya çareseriyê de behsa planeke nû hat kirin û fikra Erdogan a li ser vê pirsî. Erdogan jî li ser vê pirsê wiha got: "Der heqê vê mijarê de jî hikûmetê di navbera wezîrên me yên wezîfedar de guhertin çêkir. Ev biryara wan e, wisa teqdîr kirine. Em tenê dikarin bibêjin bi xêr be. Li gor min ev guhertin bi îsabet e."
Serokomar Erdogan wiha dewam kir:
"Jixwe me ev mijar hê di dewra Serokwezîrtiya xwe de anî vê astê û çêkir. Piştî vî qasî jî hevalên me yên bitecrube ez bawer dikim ku wê vê pêvajoyê bi tevkariyê bidomînin. Ji bo me giringiya pêvajoya çareseriyê diyar e û ji bo ku ev pêvajo serkeftî bibe, ez di serî de, wezîfeya me hemûyan e."
Der barê biryara bêteqîbiyê ya operasyona 25ê çileya pêşîn de fikra Erdogan jê hat pirsîn û Erdogan wiha got:
"Darazê biryara xwe da. Çi ye? biryara bêteqîbiyê da. Ez dibêm qey kesên ku bi hiqûqê re eleqedar dibin mena biryara bêteqîbiyê dizanin. Ji ber vê çendê kesên ku ji bo vê biryarê îtiraza wan hebe, ew ê îtirazên xwe bikin. Mijar ew qas hêsan e. Heqê kê ji bo îtirazê heye an jî tuneye, ev jî di hiqûqê de diyar e."