DIHOK
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî: "Ji bo min di navbera Kobanê û Hewlêrê de ferq tuneye. Ji ber vê jî çi ji destê min hat, min kir. Ji bo parastina Hewlêrê me çi kir, heman tiştî me ji bo Kobanêyê jî kir."
Barzanî li Dihokê bi Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim, nûnerên Koalîsyona Neneteweyî ya Kurdan a Sûriyeyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) re hat bal hev. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat û der barê civînê de di malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek hat weşandin.
Barzanî di daxuyaniyê de destnîşan kir ku gelê kurd di heyameke hesas de derbas dibe û wiha got: "Di vê pêvajoyê de hemû alî divê ji bo yekîtî û hevkariyê seferber bibin. Lewra hemû êrîş li dijî kurdan tên kirin."
Barzanî diyar kir ku tenê kurd li dijî DÎŞIyê şer dikin û wiha got: "Terorîstan artêşa du dewletan têk birin. Lê li hember kurdan têk çû. Ji ber vê jî divê em nîşanî dinyayê bidin ku kurd yek in. Divê em nakokî û pirsgirêkên nav xwe deynin aliyekê. Divê em bi hev re ji bo xîret û şerefa axa şer bikin û biparêzin. Ev berpirsiyariya me hemûyan e."
Barzanî destnîşan kir ku divê partî û tevgerên kurd ên li Sûriyeyê pirsgirêkên nav xwe çareser bikin û wiha got: "Em wek Herêma Kurdistanê piştgiriyê didin yekîtiya li Rojavayê. Têkoşîna dijî DÎŞIyê şerê qederê ye. Berxwedana li Kobanêyê pîroz e. Serkeftina kurdan serkeftina me ye."
Barzanî diyar kir ku Kobanê jî bi qasî Hewlêrê girîng e û wiha dewam kir: "Ji bo min di navbera Kobanê û Hewlêrê de ferq tuneye. Ji ber vê jî çi ji destê min hat min kir. Ji bo parastina Hewlêrê me çi kir, me ji bo Kobanêyê jî kir. Divê em hewl bidin ku piştgiriya hêzên koalîsyonê domdar be."
Hevserokê PYDyê Salih Mislim jî di daxuyaniya ku da rojnamevanan de destnîşan kir ku civîn li ser daxwaza Barzanî pêk hat û wiha got: "Ji bo rewşa li Sûriyeyê wê partiyên kurdan komîsyonên hevkar ava bikin."
Mislim got ku DÎŞI taybetî li dijî kurdan hatiye avakirin, em projeya herêma ewle ya li Sûriyeyê qebûl nakin.