Nihat Kavşut
24 Îlon 2019•Rojanekirin: 25 Îlon 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wêneyên xwe yên di 15 salên dawîn da ji axaftinên wî yên li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine girtin ji ser Instagramê parve kir.
Erdoganê ku ji bona beşdarî axaftinên Lijneya Giştî ya 74emîn ya NYê bibe li New Yorkê ye îro wê beşdarî vekirina axaftinan bibe û xitabî Lijneya Giştî ya 74emîn ya NYê bike.
Serokomar Erdogan beriya xeberdanê wêneyên xwe yên di 15 salên dawîn da ji axaftinên wî yên li Lijneya Giştî ya NYê hatine girtin ji ser Instagramê parve kir û wiha got: "Ji 15 salên dawîn bi 10 wêneyan axaftinên me yên NYê... Çawa bi salan e em ji vî kursiyî ji hemû dinyayê ra behsa heq û rastiyê dikin, îro jî bi heman baweriyê em hê bi hêzdarî diqîrin: Dinya ji 5an mezintir e!"