Nihat Kavşut
14 Sibat 2018•Rojanekirin: 15 Sibat 2018
ANKARA
Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê di Fox TVyê da beşdarî weşana zindî ya Îsmaîl Kuçukkaya pêşkêş dike bû.
Kiliçdaroglu ji bona pirsa "Hûn operasyona Efrînê çawa dibînin?" wiha got: "Operasyona Efrînê hewce dike. Wekî Îdlibê, çûn wê derê jî û li wir jî hin hêzên me yên çekdar hatin bicîkirin. Herêmeke ewle hat avakirin. Di operasyona Efrînê da jî hewcedarî bi herêmeke ewle heye. Li wir jî artêşa me wê ji bona pêşeroj û ewlehiya Tirkiyeyê li herêma ewle bi cî bibe."
Kemal Kiliçdaroglu destnîşan kir di vê pêvajoyê da agahî didin aktorên wekî Amerîka, Rûsya û Îranê û wiha got: "Gelek girîng e ku li Efrînê heta ku derê wê ewlehî bê pêkanîn û heta ku derê biçin û divê artêş biryara vê bide."
Kiliçdaroglu li ser pirsa "Em ê ji Efrînê vekişin?" wiha xeberda: "Helbet em ê vekişin. Hûn nikarin axa dewleteka din dagir bikin. Demek bi şun da em ê vekişin."
Kemal Kiliçdaroglu destnîşan kir ji bona wiha dibêje qiyametê radikin û wiha dewam kir: "Efrîn cuda ye û navenda Efrînê cuda ye. Tu meneye wê tuneye bikevin navenda Efrînê û rast jî nîne. Divê li Efrînê di nav qadekê da ewlehiya Tirkiyeyê bê tesîskirin û xelkê Sûriyeyê bi cî bikin. Me li Îdlibê wisa kir."
Kiliçdaroglu li ser pirsa "PYD rêxistina terorê ye?" got "Belê."
Kemal Kiliçdaroglu destnîşan kir digel biryara dadgehê Salih Muslimê pêşengê PYDya rêxistina terorê vexwendin Enqereyê û got piştî gotina min Salih Muslim hildan lîsteya terorê.
Kemal Kiliçdaroglu diyar kir hatina Salih Muslim ya ji bona Enqereyê ji Ergogan pirs kiriye û got ku di ciyê bersivê da tu heqaret nema ku li min kir.