3yemîn Konferansa Neft û Gazê ya Kurdistan-Iraqê li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) dest pê kir.
Serokwezîrê HKIFê Necîrvan Barzanî, Alîkarê Serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şavez, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Berdevkê Hikûmeta HKIFê Sefîn Dîzayî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê HKIFê Aşî Havramî û nûnerên 300 şirketan beşdarî konferansê bûn.
Konferans piştî axaftinên protokolê dê li ser pêşkeşiyên neft û gazê dewam bike.