Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû got: "Hûnê bibînin ku di pêşerojê de li Amerîkayê CHP dê bi hêztir bibe."
Kiliçdaroglû, piştî ku wek serokê giştî yê partiyê hat hilbijartin ev cara ewil e hat Washîngtona paytextê DYAyê. Kiliçdaroglû, li vir beşdarî resepsiyona vekirina fermî ya Nûnertiya CHPê ya Amerîkayê bû.
Kiliçdaroglû li vir axivî û bal kişand ser hevdîtinên roja ewil û got ku ji wan tê pirsîn "Gelo we çima tenê li paytext Washingtonê nûnertî vekir" û wiha got: "Hûnê di pêşerojê de bibînin ku CHP dê li Amerîkayê bi hêztir bibe." Kiliçdaroglû da zanîn ku geşedanên li Tirkiyeyê roj bi roj teqîb dike û wiha pê de çû: "Em dê di pêşerojê de zêdetir bên DYAyê. Dibe ku ez neyêm, lê dê hevalên min zêdetir bên. Dostên me yên Tirk ên li DYAyê ji me gelek tişt pirsîn û me jî heta karî bersiv da wan. Sedema ewqas pirsan jî ev e: 'Wisa xuya dike ku me di vê pêvajoyê de xwe baş nedaye nasandin. Me guherîna xwe baş venegotiye. Di pêşerojê de dê hevalên me zêdetir bên û dê we, ji kirin, geşedan, fikr û ramanên me agahdar bikin."
Kiliçdaroglû, di çarçoveya hevdîtinên li Washingtonê de bi Karsazên Tirk ên ji New York û Calîfornîayê hatin re, bi saziyên Tirk ên li Amerîkayê yê wek Asambleya Komelayên Tirk Amerîkî (ATAA) digel nûnerên Komelaya Akedemîsyen û Zanyarên Tirk Amerîkî (TASSA) re hevdîtin kirin. Kiliçdaroglû, piştî resepsiyonê, êvarê jî bi nûnerên civaka Cihûyan ên li Amerîkayê re hat bal hev.