Pisporê vejen û Iraqê yê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Zilamên Zana (BÎLGESAM) Alî Semîn diyar kir ku li Iraqê bi qebûlkirina budçeya sala 2015an ve di mijara pirsgirêka neftê de wê denge bigûherin û wiha pê de çû: "Ji niha pê ve Hewlêr bi her awayî li hemberî Bexdayê bihêztir e."
Semîn bandora qebûlkirina budçeya 2015an a Iraqê ya li ser peymana neftê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji nûçegihana AAyê re nirxand û destnîşan kir ku di budçeyê de hat dîtin ku heke kurd beşdar nebin wê budçe neyê qebûlkirin û vê yekê jî wan xurt kir û wiha dewam kir: "Ev demeke dirêje ku li ser budçeyê hevdîtin tên kirin lê budçe nedihat derbaskirin û welêt ber bi qeyraneke aborî ve diçû. Ji ber daketina bihaya neftê budçeya ku bi 90 dolarî dihat hesapkirin dikir 156 milyar dolarî lê bi daketina bihaya neftê ji ser 56 dolaran hat hesapkirin û budçe daket 100 milyar dolarî. ji ber ku budçe nedihat qebûlkirin jî gelek proje nîvî mabûn. Ji ber van sedeman Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî di serî de kurd qanî kirin û nefta ku ji hêla wan ve tê derxistin jî xwest tevlî budçeyê bike.
Semîn ragihand ku hikûmeta Iraqê bi hinceta zêde tawîz daye kurdan hat rexnekirin û wiha dewam kir: "Iraqa bakûr (Herêma Kurdistanê) qadên neftê yên girîng ên li Kerkûkê ya ku aîdê hikûmeta navendî ne xistiye bin kontrola xwe. Di peymanê de ew 250 hezar warîla ku hatiye wehd kirin hema bêjin 150 hezar warîl ji xwe ya Bexdayê ye, lê ew vê neftê derdixin û weke ku nefta ji para xwe didin nîşan didin. Ev nefta Bexdayê ye. Hikûmeta navendî ya Bexdayê ditirse ku Besraya rojê milyonek neft jê tê îxrackirin jî daxwazeke wiha bike û ev jî tê meneya perçebûna Iraqê."
Guftugoyên nû wê dest pê bike
Serokê Şirketa Şêwirmendiyê Vejenê ya Cardûchiyê ku navenda wê li Londonêye Şivan Zulal jî di meseleya butçe û peymana navbera Bexda û Hewlêrê de wiha got: "Hikûmeta Bexdayê ji ber zehmetiyên ku tê de ye wê şert û mercên nû yên ji bo îxrackirina neftê derxe, bi peymaneke mayînde ve wê ji Iraqa Bakûr bizwaze ku bila hemû neft ji ser Şirketa Neftê ya Neteweyî ya Iraqê (SOMO) bê îxrackirin. Ji aliyê din ve di peymanê de hin kêmasî hene û ji ber vê jî Iraqa Bakûr 250 hezar warîl neft neşand. Li gor kurdan heta ku budçe derbas bibe para ji sedî 12 wê bihata şandin û li ser vê jî kurdan wê 250 hezar warîl bişandina. Iraqa Bakûr ji bo mehaniya karmendan bide muşteriyên ku dikaribûn neftê bikirin deyn kiribû. Kurd niha bi deyndayîna xwe re eleqedar in. Bi derbasbûna budçeyê ve Hewlêr jî ji bo ku bi Bexdayê re guftugoyê bike amadehiyan dike."
Di budçeya 2015an a ku hat erêkirin de para Iraqa Bakûr a ku ji sedî 17yan de mesrefên pêşmergeyan jî tê de hat qebul kirin. Iraqê bi vê biryarê cara ewil para pêşmergeyan qebûl kir. Li gor peymana ku di sala 2014an de di navbera Bexda û Hewlêrê hat kirin de nefta ku Iraqa Bakûr derdixe 250 hezar warîl ji ser SOMOyê wê bihata îxrackirin û ji bo vê jî Bexdayê wê mehaniya karmendan û ji budçeyê para Hewlêrê wê bida.