ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber 30yê Tebaxê Cejna Zaferê û Roja Hêzên Çekdar ên Tirkan cara ewil wekî "serfermandar" li Koşka Çankayayê resepsiyon da. Erdogan bi xanima xwe Emîne Erdogan re pêşwaziya mêvanan kir.
Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek bi xanima xwe Gulten Çîçek re, Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi xanima xwe Sare Davutoglu re hat resepsiyonê. Arîkarên Serokwezîr Bulent Arinç, Alî Babacan, Nûman Kûrtûlmûş, Yalçin Akdogan, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrewaniyê Lutfî Elvan, Wezîrê YEyê Volkan Bozkir, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu, Wezîrê Teknolojî, Zanist û Pîşesaziyê Fîkrî Işik, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk, Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Mehmet Mehdî Eker, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Îdrîs Gulluce, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk, Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Nûrettîn Canîklî, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci û Wezîrê Çavkaniyên Siruştî û Vejenê Taner Yildiz jî beşdarî resepsiyonê bûn.
Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel û xanima wî Kamûran Ozel jî di resepsiyonê de amade bûn. Fermandarên hêzan, Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Serokê Daraza Bilind Alî Kalkan jî beşdarî resepsiyonê bûn.
Parlementer, nûnerên dînî yên kêmneteweyan jî beşdarî resepsiyonê bûn. Di nav vexwendiyan de karsazên wekî Jak Kamhî, Aydin Dogan, Alî Sabanci, Îbrahîm Çeçen, hunermendên wekî Hulya Koçyîgît, Necatî Şaşmaz, Ahmet Yenîlmez, Mûazzez Ersoy, Nîhat Dogan, Petek Dînçoz û Demet Akalin jî hebûn.
Di resepsiyonê de xizmên şehîdan, xazî, werzişvanan jî cî girt. Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê Kemal Ozturk jî di nav de, nûnerên saziyên weşan û çapemeniyê, nivîskar, balyozên welatên biyanî, burokrat, akademîsyen, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, xwendekarên herbiyeyî û wek nûner ji astên cuda leşker jî vexwendin resepsiyonê.
Di resepsiyonê de bal kişand ku muxtarên ji 7 herêmên welat jî di nav vexwendiyan de bûn.
Serokomar Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan bi qasî saetek û 40 deqîqeyî yek bi yek destê 3 hezar û 500 kesên ku beşdarî resepsiyonê bûn girt.