O.B
26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
ANKARA
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya der heqê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da li Sererkanî û avahiyên fermandariyan, xebatên lêgerînê yên dozgeran berdewam in.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Serdozgeriyê hat wergirtin, piştî hewldana derbeyê li Sererkaniyê di nezareta dozger da lêgerîn hat destpêkirin û ev lêgerîn hê jî berdewam e.
Ji xeynî vê, ji hefteya borî vir ve li gelek navendên leşkerî yên mîna Fermandariya Hêzên Behrê, Fermandariya Hêzên Asîmanî, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Fermandariya Ewlekariya Peravan, Fermandariya Perwerde û Doktrînê, Alaya Pasevanên Serokomariyê, Fermandariya Artêşa 4emîn, Fermandariya Baregeha Pevguhastina Asîmanî ya 11emîn dozger xebatên xwe yên bîterkirina delîlan dimeşînin.