ANKARA
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û vegeriya.
BDPê der barê hevdîtina ku bi Ocalan re kirin de daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de cih da gotinên Ocalan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ocalan wiha got: "Ez wisa bawer dikim, pêvajoya guftûgoyê ya ku me salek berê dest da pêkirin lazim e bi wateyek nû dewam bike. Tiştên ku ji bo gotûbêjê lazim in min gihandiya dewletê û Qendîlê. Bi taybetî jî ji bo ku pêvajoya guftûgoyê bimeşe lazim e ku dewlet derfetan ava bike. Ez hêvî dikim ku hikûmet jî bi vê mijarê bizanibe û li gor vê tevbigere. Lewra rêyên ku ji pêvajoyê re vebibin encax li gor vê rastiyê ne. Ez di vê payeyê de tevgera her du aliyan jî ji bo sitarbûna agirbestê pir girîng dibînim. Em hemû jî zanin ku pêvajo gelekî girîng e. Lê bi qasî ku girîng e di merheleyek ewqas bi zor û zehmet de dê bimeşe, em bi vê jî zanin. Li gor pêşniyarî û fikrên min dema ku em ji van dijwariyan bifilitin, em ê bi formateke nû pêvajoyê bidomînin."