DIYARBAKIR
Parêzerên Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û Kemal Aktaş piştî biryara ku Dadgeha Destûrê der barê parlementeran de da ji bo tehliyebûna wan serî li Dadgeha Cezaya Giran a 6emîn a Diyarbekirê dan.
Parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê yê Şirnaxê Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û parlementerê serbixweyê yê Wanê Kemal Aktaş di çarçoveya doza KCKê de girtî dihatin darizandin. Her sê parlementeran bi navbeynkariya parêzerên xwe piştî tehliyebûna parlementerê CHPê Mûstafa Balbay ji bo serbestberdana xwe serî li dadgeha ku lê dihatin darizandin dan. Dadgehê daxwaza wan red kir û li ser vê wan jî serî li Dadgeha Destûrê dan û dadgehê jî biryar da ku mafên wan hatiye binpêkirin û biryar jî di rojnameya fermî de hat weşandin.
Li ser vê parêzerên her sê parlementeran ji bo serbestberdana wan serî li Dadgeha Cezaya Giran a 6emîn a Diyarbekirê dan.
Piştî ku biryar gihişt destê dadgehê dê ji bo berdana parlementeran biryar bê dayîn.