Cîgirserokên Koma Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken û Parlementerê Îstanbûlê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji girava Îmraliyê vegeriyan û diyar kirin ku peyama Abdullah Ocalan anîne.
Li gorî daxuyaniya BDPyê ya nivîskî Ocalan di peyama xwe de serweşî da malbatên ku merivên wan hatin kuştin.
Di hevdîtinê de Ocalan qala pêvajoya çareseriyê kir û wiha îdia kir: "Der heqê pêvajoyê de hê jî ez bihêvî me û li benda gavên erênî yên hikûmetê me. Di pêvajoya avakirina komareke demokratik a têkûz û rizgariya herêmê û Tirkiyeyê de kî ku di nav hesabên piçûk yên hilbijartinê de be û gavên demokratik bi derengî bixe, ew alozî û pevçûnê dixwaze."
Di peyamê de wiha hat gotin:
"Ji bo çareseriya demokratik a mezin sê gav girîng in: Ya ewilîn, çarçoveyê hiqûqî û bingeheke qanûnî ye. Ya duyemîn, muzakere bê alî nabin û ji bo vê divê çarçoveya qanûnî ya statu û aliyan bê kifşkirin. Ya sêyemîn jî ew e ku divê yan lijneyeke çavdêr yan jî lijneyeke hakeman tevî pêvajoyê bibe. Ji ber ku ez di vê pêvajoyê de xwediyê însiyatîf û berpirsyariyê me, ji bo ez bikaribim fikr û ramanên xwe yên der barê aştî û avakirina komara demokratîk a nû de bi hemû Tirkiyeyê re parve bikim divê derfetên bikaranîna çapemenî û ragihandinê zûtirkê bên pêkanîn."
Ocalan di peyama xwe de qala xemgîniya xwe ya ji ber mirina Nelson Mandela jî kir.