Abdullah Tel
17 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag: "(Doza Hakan Atîlla ya li Amerîkayê) Ev doz hiqûqî nîne, dozeke siyasî ye. Ev doza FETOyê ya ku Amerîka lê xwedî derketiye û hê jî xwedî dike ye. FETOya maşika Amerîkayê di pêvajoya 17/25ê berfanbara sala 2013an da ji ber ku nikaribû kumpasa xwe derbeya xwe ya darazî li Tirkiyeyê bibe serî. Ev yek berdewamiya wê ye û niha bi şirîkatiya daraza Amerîkayê, CIA, FETO û FBIyê li Amerîkayê didomîne."
Bozdagê Alîkarê Serokwezîr: "Tu kes nikare bi dozên kumpasê va Tirkiyeyê bide çokvedan û ji Tirkiyeyê ra rotayê tayîn bike"
Bozdag: "Dadgehê hiqûq binpê kir û darizandineke adil nekir. Ji bona eşkerekirina biryara ku berê hatiye hildan tenê rêgezên mecbûrî bi cî anî."
Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Meseleya dagirkeriya Îsraîlê û meseleya Filistînê tenê meseleya dewletên Misilman nîne, meseleya her kesî ye ku ji hiqûq û edaletê bawer dikin. Di civînê da gavên ku ji bona zilm û zexta li Filistînê bi dawî bibe û civaka navnetewyî bikeve dewrê jî wê bên gotûbêjkirin."
Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Di Civîna Îslamê ya Derasayî da ku bi beşdariya serokên hikûmet û dewletên endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamî wê bê lidarxistin ji bona dewletên Îslamê doza Filistîn û Qudsê biparêzin û bi gel û dewleta Filistînê ra di nav hevkariyê da bin helwest û gavên ku hewce dikin wê bên gotûbêjkirin."