Heyeta Alimên Misilman ên Iraqê daxuyaniya nivîskî weşand û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Yekîneyên artêşa Iraqê li Mûsilê hemberî çalakiya çekdar a hêzên şoreşger ber xwe nedan û paş ve vekişiyan. Ev berxwenedayîn û paşvekişîn, nîşaneya têkçûna polîtîkayên Malîkî yên li herêmê ne. Kesên ku îxanetê bikin her tim bi tirs dijîn. Kesên ku zilmê dikin, çiqas wext derbas be jî ji cezayê kirinên xwe nikarin birevin. Reva hêzên çekdar ên girêdayî Malîkî dide nîşandan ku tecrûbeya wan tuneye ku dewletê bi rê ve bibin. Plan û projeya wan ji bo welêt tuneye. Ew li gor dewletên din hereket dikin."
Di daxuyaniyê de pesnê hêzên şoreşger ên ku Mûsilê hildan bin kontrola xwe tê dayîn û ji bo wan daxwaziya serkeftinê tê xwestin.
Heyeta Aliman di daxuyaniyê de got ku divê gelê Mûsilê destekê bide şoreşgeran û ev gotin di daxuyaniyê de cih girtin: "Divê gelê me yê Mûsilê destekê bide şoreşgeran. Divê gel bêyî telîmatên şoreşgeran ji malên xwe derneyên û daxuyaniyên şoreşgeran bişopînin. Ji bo ku heq cihê xwe bibîne, welat ji zaliman bê rizgarkirin, divê her ciwanên ku dikare şer bike, çekê hilde û alîkariya şoreşgeran bike."