Li Diyarbekirê 3 rojnamevanên biyanî yên ku hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Tîmên Ewlehiya Diyarbekirê li ser îxbara welatiyan, rojnamevanên biyanî Mohammed Îsmael Rasool, Phîlîp Gîngell Hanrahan û Phîlîp John Pendlebury ên ku li bajêr cihên cuda dîmen û wêneyan dikişandin, binçav kirin.
Piştî karên wan ên ewlehiyê tîman rojnamevan sewqî dadgehê kirin.
Rojnamevanan li dozgeriyê îfadeya xwe dan û dozgeriyê ew sewqî Hakimtiya Cezaya Sulhê ya 2yemîn a Diyarbekirê ya nobedar kir. Dadgehê ji ber sûcê "Her çiqas di nav rêxistina biçek de cih negrin jî, bi zanetî û daxwazî alîkariya rêxistinê dikin" biryar da ku Mohammed Îsmael Rasool, Phîlîp Gîngell Hanrahan û Phîlîp John Pendlebury bên girtin.