05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
ORDU
Arîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş der barê êrîşa rejima Esad ya ku li Îdlibê bi çekên kîmyewî kir de axivî. Kurtulmuş wiha got:
"Rejim kesên li dijî wan derdikevin dikuje. Çimkî dizanin tiştek bi serê wan nayê û tu hesaban nadin. Dizanin welatên dinyayê tiştekî nabêjin û Neteweyên Yekbûyî (NY) tiştekî nakin. Tişta diqewima dîsa bi serê gelê Sûriyeyê yê tê."
Kurtulmuş li Unyeya navçeya Orduyê beşdarî bernameya Best FMê bû û pirsên der barê rojevê bersivand. Kurtulmuş got ku bikaranîna çekên kîmyewî 'sûcê şer' e û wiha dewam kir:
"Ev êrîş eşkere sûc e. Lazim e bilez Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) biryarê bide ku ev êrîş sûcê şer e."
Numan Kurtulmuş bal kişand ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê êdî bûye şerê wekaletan, di serî da Rûsya û Amerîka hin welat di vî şerî da piştgiriya hin cure komên çekdar dikin û çavê xwe li ber domandina qetlîamên li Sûriyeyê digirin.
Kurtulmuş diyar kir ku ev êrîşa çeka kîmyewî, ne êrîşa yekemîn e û wiha dewam kir, "Ji aliyê rejima Sûriyeyê va berê jî çekên kîmyewî hatin emilandin. Civata navneteweyî li hemberî vê drama ku li Sûriyeyê qewimî, bêdeng maye."
Kurtulmuş axafina xwe wiha domand:
"Lêbelê NYyê ev wekî sûcê cengê nepejirand. Ji ber ku avabûn û bingeha ku NY li ser rûdinê, pir bi problem e. Îro mijara li Îdlibê dê were rojeva Konseya Ewlekariya NYyê. Li wir jî her pênc welat xwediyê mafê vetoyê ne. Ji van welatan dema yekî pala xwe da yekî din, dikare sûcê cengê yê ku dilê wî dixwaze bike. Em hêvî dikin ku wê vê carê wiha nebe. Heya niha 650 hezar însan mirin. Ew bajarên xweşik di bin bombardûmanan da rûxiyan. Însan lê temaşe dikin."