Parlementerê HDPyê yê Diyarbekirê Altan Tan destnîşan kir ku divê demildest pirsgirêka kurdan were çareserkirin û wiha got: "Li Rojhilata Navîn divê polîtîkayeke kurdan ku kurd jî di nav de ne were avakirin."
Tan li Meclisê civîna çapemeniyê kir û got ku Rojhilata Navîn ji nû va tê dîzaynkirin û taybetî jî êdî siyaseta kurdan guheriye.
Tan diyar kir ku divê pirsgirêka kurdan demildest were çareserkirin û wha axivî: "Li Rojhilata Navîn divê polîtîkayeke kurdan ku kurd jî di nav de ne were avakirin."
Tan bangî 75 parlementerên kurd ên ku di nav AK Partiyê de ne kir û got ku berjewendiyên siyasî deynin dera hanê û ji bo çareseriyê îradeya xwe derxin holê û wiha dewam kir: "Divê parlementerên kurd li hember herêma xwe bêdeng nemînin."