Berdevkê Hikûmeta Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Sefîn Dîzayî diyar kir ku hevdîtina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Masud Barzanî ya li Diyarbakirê dê piştgiriyeke mezin bide pêvajoya çareseriyê bê.
Dîzayî di daxuyaniya ku da nûçegîhanê AAyê de got: "Gelê kurd li benda vê serdanê bû. Ev ziyareta dîrokî ji bo me jî pir girîng bû. Serdana Birêz Barzanî ya Diyarbakirê dê li herêmê piştgiriyeke mezin bide pêvajoya çareseriyê."
Dîzayî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û destnîşan kir ku ew hêvî dikin pêvajoya çareseriyê biserkeve lewra peyamên ku Barzanî li Diyarbakeirê dan jî ji bo vê yekê bû û wiha dewam kir: "Em hêvî dikin ku bi vê serdanê pêvajo ji nû ve dest pê bike. Lazim e ku Tirkiye li ser pêvajoya çareseriyê bisekine û ji bo ku biçe serî jî zêdetir bixebite. Lazim e ku PKK bi heman awayî piştgiriyê bide pêvajoyê. Em hêvî dikin ku di demeke nêz de pêvajoya aştiyê çêtir û baştir bibe."
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HKIFê Felah Mustafa jî ji bo serdana Barzanî ya Diyarbakirê got: "Bi serdana Barzanî ya Diyarbakirê di navbera Tirkiye û Kurdistanê de heyameke nû dest pê kir. Vê serdanê nîşan da ku ji bo bi cih bûna biratiyê rêya herî baş guftûgo ye. Bi serdanê ev yek careke din hat teyîtkirin. Peyama ku Barzanî li Diyarbakirê da bi awayekî zelal îfadeya biratiyê ye."
Mustafa destnîşan kir ku piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê.