Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dizayî daxuyand ku îdiayên der barê qebûlkirina kantonan de ne rast in.
Dîzayî der barê şandina pêşmergeyan a Kobanêyê, lihevkirina partiyên kurdan yên li Sûriyeyê û têkiliyên Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyeyê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Dizayî daxuyand ku wan wek fermî kantonên Kobanê, Efrîn û Cizîrê yên ku par di çileya paşîn de li Sûriyeyê hatibûn îlankirin, qebûl nekiriye û got ku di vê mijarê de divê mirov daxuyaniya parlementoya Kurdistanê binêhêre.
Dîzayî destnîşan kir ku biryarên parlementoyê ji bo hikûmeta Kurdistanê girîng in, lê di biryarê de behsa qebûlkirina kantonan nayê kirin, bi tenê tê xwestin ku "Divê rêz nîşanî îradeya gelê Rojavayê bê nîşandan. Mafê wan heye ku xwe bi her awayî bi rê ve bibin " Dîzayî got: "Qesta vê gotinê dibe ku rewşa îro be jî, dibe ku pêşerojê de statuyeke din be jî. Bê guman em wek hikûmet girîngiyê didin biryarên parlamentoya Kurdistanê. Lêbelê di biryarê de behsa qebûlkirina kantonan nayê kirin. Bi tenê tê xwestin ku divê rêz nîşanî îradeya gelê Rojavayê bê nîşandan.
Dîzayî bal kişand ku "Parlementoya HKIyê li ser rewşa welatekî din siyasetê nake, lewra ew der di nav sînorê Sûriyeyê de ye û axa welatekî serbixwe ye."
- Çûyîna pêşmergeyan ya Kobanêyê
Dîzayî der heqê derbasbûna pêşmergeyan ya Kobanêyê de jî wiha got: "Li Sûriyeyê gelê kurd bi komkujî û felaketan re rû bi rû maye, di pêvajoyeke wiha de çûyîna me ya Kobanêyê wezîfeyeke neteweyî ye."
Dîzayî got ku hêzên pêşmerge ji bo piştgiriya şervanên Rojava çûn û wiha pê de çû:
"Rewşa li çi ye, çi nîne, piştî ku pêşmerge biçin wir wê diyar bibe. Piştî çûyîna yekîneya ewil, ji bo şandina yekîneyên nû Birêz Mesûd Barzanî û Wezareta Pêşmergeyan wê biryarê bidin. Der heqê alîkariyê de jî dîsa ew biryarê didin. Bêguman alîkariya hêzên koalîsyonê jî pir girîng e."
- Lihevkirina partiyên kurdan yên li Sûriyeyê
Dîzayî got ku ew ji lihevkirina Duhokê ya partiyên kurdên sûriyeyî kêfxweş in û wiha dewam kir: "Ji ber ku li herêmê rewşa siyasî û hevsengiya herêmê guherî, rewşeke nû derket holê. Partiyên Rojava îro ji her demê zêdetir mihtacî yekîtî, piştgirî û yekdengiyê ye. Divê li gor şert û mercan gav biavêjin. Siyasetmedar, partî û alîgirên din di hizûra Serokê Herêma Kurdistanê de civiyan û li hev kirin. Ev jî ji bo me bû sedema kêfxweşiyê."
- Îdiaya ku Amerîka wê baregeha esmanî ava bike
Dîzayî der barê îdiayên ku Amerîka wê li Hewlêrê baregeha leşkerî ava bike de wiha got: Tenê li ser vê hat axaftin. Lêbelê heta niha li ser vê meseleyê tu biryar nehatiye dayîn. Bêguman Amerîka beriya biryardayînê wê haya hikûmeta Bexdayê pê bixe.
Dîzayî destnîşan kir ku rêxistina terorê ya DÎŞIyê ji bo dinyayeke azad xetereyeke mezin e û wiha dewam kir:
"Ev rêxistin li dijî demokrasî û azadiyan e. Hedefa DÎŞIyê ne tenê Sûriye û Iraq e, hedafa wan Amerîka, welatên Ewropa û Tirkiyeyê û welatên din e jî. Ev eşkere ye.
- Têkiliyên HKI û Tirkiyeyê
Dîzayî li ser têkiliyên Tirkiye û HKIyê jî sekinî û wiha axivî: "Têkiliya me û Tirkiyeyê asayî ye. Ji bo aborî, civakî, siyasî û ewlehiyê Tirkiye ji bo me cînarekî pir girîng e. Têkiliyên me normal e. Têkiliyên me ji aliyê lişkerî ve jî normal e. Tirkiyeyê destûr da ku pêşmerge di nav axa wan de derbas bibe. Ev gaveke girîng e."