Zafer Fatih Beyaz
04 Mijdar 2025•Rojanekirin: 05 Mijdar 2025
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, balyozên Libnan, Gana, Gîne, Filistîn û Japonyayê qebûl kirin.
Di qebûla li Kuliyeya Serokomariyê da Balyozê Libnanê Munîr Anutî, Balyozê Ganayê Abdul Nasiruddîn, Balyozê Filistînê Nasrî Xelîl Salim Ebû Ceyş, Balyozê Gîneyê Abdulaye Fofana û Balyozê Japonyayê Masami Tamura nameya pêbaweriyê pêşkêşî Serokomar Erdogan kirin.
Balyozan mensûbên balyozxaneyê û endamên malbata xwe teqdîmî Erdogan kirin û pê ra wêneyê xatirayê dan kişandin.
Serokomar Erdogan bi dû ra bi balyozan ra yek bi yek hevdîtin kir.
Di dema teqdîma nameyê da keça piçûk a Anutiyê Balyozê Libnanê resma ku bi destê xwe çêkiriye bi diyarî da Serokomar Erdogan.