TRABZON
Di têkoşîna Kupaya Dinyayê ya xortên ji 20 salî piçûktir ya FIFAyê de piştî pêşbirkên fînala çaryek Fransa, Gana, Ûrûguay û Iraq bûbûn nîvefînalîst.
Pêşbirkên nîvefînalê jî îşev e, Fransa dê bi Ganayê re, Iraqê jî bi Ûrûguayê re bileyîze.
Hakîm Şakîrê rahênerê Iraqê û rehênerê Ûrûguayê Jûan Verzerî duh li Trabzonê civîna çapemaniyê li darxistin.
Herdu rahêneran jî ji bo derketina fînalê peyam dan.
Şakîr got: "Em ji maça Ûrûguayê re amade ne û ji bo qezenckirinê emê derkevin sehê. Em tîmeke baş in, cihê ku em niha lê ne jî vêya nîşan dide. Emê serkeftina xwe nîşanî her kesî bidin."
Verzerî jî got: "Em pir baş in û amade ne, heta ku em hatin vê astê me gelek zehmetî kişand, lê em niha li vir in û ji bo dawiya tûrnûvayê jî em amade ne.
Fransa û Gana li Bursayê, di stada Ataturk de di saet 18.00an de, Iraq û Ûrûguay jî li Trabzonê di stada Avnî Aker de dê di saet 21.00an de bên li hemberî hev.