Merve Yıldızalp Yormaz
17 Sibat 2026•Rojanekirin: 17 Sibat 2026
ADDÎS ABABA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Addis Ababaya paytextê Etiyopyayê ku ji bo ziyareta fermî çûyê, ji aliyê Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ehmed va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Dema ku Serokomar Erdogan hat Qesra Neteweyî û ji wesayîta xwe peya bû, Serokwezîrê Etiyopyayê Ehmed ew pêşwazî kir.
Erdogan û Ehmed derbasî qada merasimê bûn û sirûda her du welatan hat xwendin.
Serokomar Erdogan û Ehmed paşê silav da qiteya merasimê. Piştî nasandina heyetan her du pêşengan destê hev girt û poz dan mensûbên çapemeniyê. Ehmed û Erdogan paşê dest bi hevdîtina yek bi yek kir.
Piştî hevdîtina yek bi yek û heyetî pêşengên her du welatan wê beşdarî merasima îmzeyê ya peymanan bibin û tê da biaxivin.
Ji aliyê din va seba xatirê hatina Serokomar Erdogan li Addis Ababayê di bîlboardên ser kolan, çaryan û pireyan da nivîsên ""Welcome to Ethiopia", wêneyên Erdogan û alaya Tirkiyeyê cih girtin.