Türkan Tosun
26 Îlon 2018•Rojanekirin: 26 Îlon 2018
DAKAR
Serokomarê Ruandayê û Serokê Yekîtiya Afrîkayê Paul Kagame der barê sazûmaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) da got "Binyada rêvebiriya kurewî ya du tebeqe ye nikarê êdî dewam bike. Qaydeyên piraniyê eleqedar dikin ji hêla kêmaniyeke biçûk va tên diyarkirin."
Kagame li New Yorka bajarê Amerîkayê di Civîna Lijneya Giştî ya 73yemîn a NYyê da axivî û piştgirî da axaftina Serok Recep Tayyîp Erdogan a der barê sazûmaniya Neteweyên Yekbûyî û xebatên wî da.
Kagame got Yekîtiya Afrîkayê jî wek saziyên herêmî yên din divê li NYyê da bi têra xwe cih bigrin.
Kagame bi bîr xist ku îsal mijara sereke ya civînên NYyê ew e ku NY divê şiklekî wisa bigre ku hemû mirovan eleqedar bike.
Kagame wiha axivî: "Binyada rêvebiriya kurewî ya du tebeqe ye nikarê êdî dewam bike. Qaydeyên piraniyê eleqedar dikin ji hêla kêmaniyeke biçûk va tên diyarkirin. Standardên ji bo her kesî ne wekhev in, ne kurewî ne. Vê bêedaletiya bingeha sîstemê ji holê rakirin wê cardin hevkariyeke pirtebeqeyî zindî bike û wê car din meşruiyeta saziyên navneteweyî pêk bîne."
Serokomarê Komara Demokratîk a Kongoyê Joseph Kabîla jî got Afrîka dixwaze di NYyê da bi awayekî berfireh cih bigre û wiha axivî: "Gelên Afrîkayê ji NYyê dixwazin dengên wan baştir bê bihîstin."
Kabîla got welatên Afrîkayê 15 sal in wek parzemîn dixwazin bibin endamên daîmî yên Konseya Ewlehiya NYyê.
Kabîla ji bilî vê anî ziman eskerên MONUSCOyê yên hêza aştiyê ya NYyê ne 20 sal e li welêt in û divê êdî ew herin.