Alper Şaşmaz
27 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2026
Serokê CHPyê Ozgur Ozel got, "Em alîgirê çareseriyekê ne ku di zûtirîn demê da aramiyê bîne Sûriyeyê, çareseriyeke ku Tirkmen, Ereb, Kurd, Durzî û Elewiyan di nav xwe da bigire, garantiyên destûrî peyda bike û aştiyê li Sûriyeyê ava bike."
Ozel bi şandeya DEM Partiyê ya ku ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan, Wekîlserokên Komê Gulistan Kiliç Koçyigit û Sezaî Temellî pêk dihat ra civiya.
Civîna ku li Navenda Giştî ya CHPyê saetekê ajot, ji çapemeniyê ra girtî çêbû.
Sekretera Giştî Selin Sayek Boke, Wekîlserokên Komê Murat Emir û Nurhayat Altaca Kayişoglu refeqeta Ozel kirin.
Di civîna çapemeniyê ya hevbeş a piştî civînê da, Ozel diyar kir ku der barê geşedanên li Sûriyeyê da, wan ji destpêkê va aştiya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê da wekî bi hev va girêdayî dîtine.
Ozel diyar kir ku ramana cuda bi aqil û mentiqê ra ne lihevhatî ye û got, "Em alîgirê çareseriyeke wisa ne ku di zûtirîn demê da aramiyê bîne Sûriyeyê, çareseriyeke ku Tirkmen, Ereb, Kurd, Durzî û Elewiyan di nav xwe da bigire, garantiyên destûrî peyda bike û aştiyê li Sûriyeyê ava bike."
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan spasiya Ozel kir û got ku wan li ser geşedanên li Sûriyeyê nîqaş kirine.
Bakirhan diyar kir ku Sûriye ji bo Tirkiyeyê giring e û pêkhateyên li wir ji bo wan pir giring in û got, "Wekî DEM Partiyê, li şûna zihniyeta selefîst, em ji bo avakirina bingeheke demokratîk li Sûriyeyê ku Ereb, Kurd, Elewî, Durzî û jin tê da bin, têdikoşin."
Bakirhan bi îdiaya ku li Eynulerebê (Kobanî) tevî agirbestê jî pevçûn berdewam in û mirov di rewşeke xirab da ne û got, "Li herêmên ku Kurd lê dijîn, bi taybetî li Kobaniyê, divê korîdorên mirovî bi lez û bez werin vekirin. Tirkiye dikare deriyên sînor ên Murşidpinar û Nisêbînê veke. Pêwîst e agirbest li Sûriyeyê berdewam be. Divê pirsgirêk bi diyalog û danûstandinan werin çareserkirin. Divê Tirkiye rola xwe ya li Sûriyeyê bi awayekî avaker bi kar bîne û binirxîne."