Mehmet Sevinç
28 Gulan 2023•Rojanekirin: 28 Gulan 2023
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu ji bo tûra duyem a Hilbijartina Serokomariyê dengê xwe li Başakşehirê da.
Yapicioglu çû Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Kayaşehir Şeyh Şamil û raya xwe avêt sandoqa nimro 1250.
Yapicioglu piştî dengê xwe da, daxuyanî da rojnamegeran û got, ew hêvî dike ku hilbijartin ji bo Tirkiyeyê bi xêr be û wiha got, "Ez wisa bawer im ku miletê me dê bi xweragiriya xwe ya bêdawî va kîjan ji bo miletê me ya herî bi xêr be dê teqdîr bike. Rebê min jî me bigihîne ya herî bi xêr."