31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag: "(Operasyona Çiqlê Zeytûnê) Sînorê vê operasyonê herêma Efrînê ye. Me qet negot dema ku ev operasyon gihîşt hedefa xwe Tirkiye wê li vir bisekine. Navê vê operasyonê, hedefa wê ev e. Ji bo vê operasyonê sînor ev e. Lê weke Operasyona Mertalê Feratê operasyonên ku wê li ser Minbic û rojhilata Feratê werin kirin, ev operasyonên cuda ne."
Bozdag: "Helbet divê Tirkiye û Amerîka neyên pêşberî hevdu. Em hewl didin ku 'nebe' lêbelê ev yek bi tenê bi hewldana Tirkiyeyê va çênabe. Bi heman şêweyî Amerîka jî divê peywirdarên xwe yên li qadê hişyar bike da ku bi Tirkiyeyê ra rûbirû nebin û herwiha divê ew jî hewl bidin da ku bi Tirkiyeyê ra neyên hemberî hevdu. Em dibêjin hedefa Operasyona Çiqlê Zeytûnê paqijkirina rêxistin û terorîstên li Efrînê ne. Piştî ev operasyon biserkeftî qediya, em eşkere dibêjin em nahêlin tu rêxistinên terorê li sînor bimînin û bibin baîsê avabûna dewleteke terorê ya PKKyê. Tirkiye destûrê nade tu rêxistibûnan ku mal û canê welatiyên me tehdîd bikin. Bila tu kes vê hêvî neke."