15 Mijdar 2015•Rojanekirin: 16 Mijdar 2015
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Cîvîna G20an de bi Serokê DYAyê Barack Obama re hat bal hev.
Erdogan piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar da rojnamevanan û der barê hevdîtinê de axivî.
Serokomar Erdogan wiha got: "Em ê Civîna G20ê li gor bernameyê bidomînin, lêbelê helwesta me ya ji bo terorîzma navneteweyî ya li dinyayê, ez bawer dikim ku wê di civîna G-20î da cih bigre."
Erdogan wiha dewam kir: "Digel rêzdar Barack, derfeta gotûbêj kirina têkoşîna dijî DAEŞê li Sûriyeyê kete destê me. Herwiha gavên ku emê ji îro pê da di mijara hêzên hevpeymanan da biavêjin, me nirxandin. Weke hevkarên model, hevkarên sitratêjîk, di pêvajoya pêşiya me da jî, emê hevgirtina xwe, ji bo aştiya cîhanê bi biryar bidomînin."
Serokomar Erdogan got ku li dinyayê terorîzmeke kollektîf heye û wiha got: "Em bi terorîzmeke kollektîf re rû bi rû ne. Dîn, nijad, gel û welatê terorê tune. Terora li Parîsê jî dîsa wek terora Enqere, Gazîentab, Sirûc û Diyarbekirê teroreke kollektîf e."