12 Mijdar 2015•Rojanekirin: 13 Mijdar 2015
ANTALYA
Li bajarê Antalyayê ya ku wê Civîna Serokan a G20an lê bicive, hewayê ewrawî be û germahiya hewayê jî wê bibe 21 û 23 pile.
Midûrê Herêma 4emîn ya Meteorolojiyê Erol Aydin ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku civîn di navbera 13 û 18ê mijdarê de ye. Di vê navberê de rewşa hewayê normal e û baranê nebare.
Aydin got ku germahiya hewayê bi roj wê di navbera 21 û 23 pileyan de be, bi şev jî wê di navbera 15 û 16 pileyan de be.
Aydin wiha dewam kir: "Di rojên ku wê civîna G20an çêbibe de hewa ewrawî an sayî ye. Ba û baran xuya nake."