22 Adar 2016•Rojanekirin: 23 Adar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê êrîşên terorê yên ku li Brukselê qewimîn de nirxandina "Tirkiye di vê roja dijwar da ligel Belçîkayê ye. Gelê me yê ku rastî êrîşên namerd ên rêxistinên terorê tên, êşa gelê Belçîkayê hîs û parve dike."
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê hat dayîn Erdogan êrîşên deremirovahiyê yên terorê yên ku li Brukselê qewimîn şermezar û lenet kir.
Serokomar Erdogan sersaxî da malbatên kesên ku di êrîşan de mirin û gelê Belçîkayê û ji bo birîndaran şifaya xêrê xwest û wiha axivî:
"Piştî êrîşên ku bûn sedema mirina bi dehan însanan ên ku kurtedemek berê li Enqereyê PKKyê, piştra li Stenbolê DAEŞê pêk anîn şûnda, aniha jî terorîstan Bruksel kirin hedefa xwe û careke din jî dane nîşan ku tu bend, sînor û nirxekî mirovî û exlaqî nas nakin û di warê rêbazên qirêj ên ku diemilînin da hîç jî ji hevdu cuda nînin."
Serokomar Erdogan got "Tirkiye di vê roja dijwar da ligel Belçîkayê ye. Gelê me yê ku rastî êrîşên namerd ên rêxistinên terorê tên, êşa gelê Belçîkayê hîs û parve dike. Em wek Tirkiye bi hemû rêxistinên terorê re bêyî ku ferq û cudahî bikin bi heman biryardariyê têkoşîna xwe berdewam dikin, ez dixwazim destnîşan bikim ku em amade ne ku her cure piştgiriyê bidin Belçikaya ku mitefîkê me ye. Êrîşên menfûr ên li Brukselê bi awayekî eşkere nîşan da ku teror têkoşîneke azadiyê nîne, divê em dijî her cure terorê bi hev re têkoşîn bidin."