22 Adar 2016•Rojanekirin: 22 Adar 2016
Serokomar Erdogan: "(Êrîşên terorê yên li Brûkselê) Tirkiye di vê roja dijwar da ligel Belçîkayê ye. Gelê me yê ku rastî êrîşên namerd ên rêxistinên terorê tên, êşa gelê Belçîkayê hîs û parve dike."
"(Êrîşên terorê yên li Brukselê) Piştî êrîşên ku bû sedema mirina bi dehan însanan ên ku kurtedemek berê li Enqereyê PKKyê, piştra li Stenbolê DAEŞê pêk anîn şûnda, aniha jî terorîstan Bruksel kirin hedefa xwe û careke din jî dane nîşan ku tu bend, sînor û nirxekî mirovî û exlaqî nas nakin û di warê rêbazên qirêj ên ku diemilînin da hîç jî ji hevdu cuda nînin."