25 Mijdar 2016•Rojanekirin: 26 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyip Erdogan beşdarî merasîma vekirina Kulliyeya Necmettin Erbakan bû û gotarek pêşkêş kir.
Erdogan got: "Yekîtiya Ewropayê civiyaye, civînek li dar xistine. Di wê civînê da biryara ragirtina mizakereyan dane. Hûn vê biryarê bidin çiye û nedin çiye. Ji xwe ev 53 sale hûn van biryaran didin. Yên ku ji vê biryarê ra gotine "na" 36 in, yên ku gotine "erê" peh maşele çiqas gelek in. Binerin ew Erdoganê ku hûn jê ra dibêjin diktator li dijî vê bîrmendiyê dîktator e. Lê li hember dilsozan mîhriban û dilovan e."
Serokomar Erdogan: "Demokratbûna van mîna masiyên ava şirîn in, tiştek ji wan dernakeve. Vana li ser xaliya sor pêşwaziya derbekaran kiribûn. Lê ji ber ku me derbekar şikandin, ev ji me aciz bûn. Heger 15ê temûzê derbekar serbiketana wê vana, li nava Ewropayê şahî bigirtana."