02 Mijdar 2015•Rojanekirin: 02 Mijdar 2015
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştî encamên hilbijartinê axaftina şaneşînê kir.
Serokwezîr Davutoglu wiha got: "We lîstikên li dijî welatê me dîtin û xirab kirin. We got 'em li vir in, em ê heta qiyametê jî li vir bin.' We tenê ne partiyên siyasî yên Tirkiyeya berê, we hişmendî, kaos, tundî, teror û bêistiqrariya Tirkiyeya berê jî di sandoqan da têk bir."
Davutoglu wiha got: "Miletê me eşkere kir ku ji bo pirsgirêkên îstiqrar û ewlehiyê çareseriyê dixwaze. Tirkiyeyê û gelê me xeber da, dinyayê bihîst. Di mijarên demokrasî, hiqûq, edalet, merhemet, şefqet û hezkirênê da em ê tu gavekê paşda neavêjin. Hiqûqa her kesî di garantiyê da ye, hiqûqa her kesî ya 78 milyon welatiyên me ew ê bê parastin."
Serokwezîr Davutoglu wiha xeberda: "Îro di vê hilbijartinê da yên ku têk çûne tunene. Di vê hilbijartinê da Tirkiyeyê û gelê me qezenc kir. Kes têk neçûye, demokrasiya me qezenc kiriye. Bila hemû welatiyên me bawer bikin, peyama ku dane pêşiya me wê di nav 4 salan da pêk were."
Davutoglu di axaftina xwe da wiha got: "Hiqûqa her kesî di bin ewlehiyê da ye, hiqûqa her kesî, hiqûqa 78 milyon welatiyên me wê were parastin. Tirkiye wê xweştir, mûqtedîrtir, şewqeta wê zêdetir û xurtir bibe. Dijminî, nefret û şidet wê têk biçe, Tirkiye wê bi demokrasiyê va pêş bikeve, mezin bibe û dewam bike."
Davutoglu wiha got: "Îro yên ku qezenc kirin feqîr, bêkes, mezlûm û yên bêdeng in. Encama ku îro ji sandiqan derket serkeftina edalet, hizûr, aştî û demokrasiyê ye. Îro bi tenê AK Partî na, dildarên AK Partiyê na hemû Tirkiyeyê qezenc kir. Îro nifşê nû, pêşeroj û hêviyê qezenc kir."
Serokê Gişkî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tirkiye bi vê encamê ji qeydên xwe xilas bû. Astengiyên li ber Tirkiyeyê rabûn û wê ji vir û pê da jî rake. Kesên ku dixwestin dest daynin ser îradeya gel cardin bersiva ku heq dikin wergirtin. Ev serkeftina 78 milyonî ye."
Davutoglu got: "Bira bê zanîn ku terciha wan a siyasî çi dibe bira bibe, netewe û mezheba wan çi dibe bira bibe di 4 salên pêşiya me da emê ji bo hemû welatiyên xwe berpirsiyariyên xwe bi cî bînin û cudahiyê nexin nav wan. Em ê li her kesî xweyî derkevin."
Serokwezîr Davutoglu: "Em ê tovên hezkirinê bireşînin, em ê darên çinarê yên hezkirinê mezin bikin. Emê di bin çinarên hezkirinê da 78 milyonan bikin bira, bikin dost. Tu ferdekî vî miletî wê rastî cudakariyê, tehkîrê, xerîbdîtinê neyê."
Serokê Gişkî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Ez dixwazim bi eşkereyî bibêjim, ewlehiya mal û canê hemû welatiyên me, azadiya fikr û baweriya her kesî di bin parastina me da ye. Piştî vê encamê ji bo biratiya me zexm bibe, em bi biryarî îradeya çareseriyê û têkoşîna li dijî terorê berdewam bikin."
Ahmet Davutoglu got, "Me biryara xwe hildaye em ê cudahiyên vî welatî wek çavkaniya dewlemendiyê bibînin, cudakariyê nexin nav mafên welatiyan û wan hemûyan biparêzin. Bira tu kes nefikire ku em ê dev ji qezencên demokratîk ên ku di 13 salan da hatin bidestxistin berdin. Bira neyê aqlê tu kesî ku em ê cudakariyê têxin nav wan."
Davutoglu: "Miletê me îro hemû defikên ku li dijî Tirkiyeyê hatin danîn, têk birin. Dijminên Tirkiyeya nû di 2013an da defik danîn û defika wan îro jî têk çû. Ji 7ê hezîranê û heta niha weke ku me got, hilbijartina 1ê sermawezê referandûma Tirkiyeya nû bû, di referandûma îro da ji Tirkiyeya nû ra teqez reya 'erê' derket."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Îro endezyarên civakê, baronên medyayê û alîgirên terorê di sandoqê da têk çûn. Îro siyaseta Tirkiyeyê qezenc kir."
Davutoglu got, "Ez ji vê derê bangî hemû partiyên siyasî dikim, êdî quweta xwe ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê û pêşeroja milet xerc bikin. Eşkere ye ku ev sîstem têra Tirkiyeyê nake û ji vî welatî ra piçûk tê. Ji bo Tirkiyeyeke teze ya ku lê şer, qerebalixî û dijmintayî tune, siyaseta normal û aştî heye, bidin zend û bendên xwe."
Serokwezîr Davutoglu: "Ji bo pergaleke hilbijartinê ya baş, ji bo hikûmeteke şefaftir, ji bo ku li Tirkiyeyê burokrasî ji siyasetê ra pirsgirêkê dernexe, ez bangî hemû partiyên ku ketin meclisê dikim ku em makezagoneke xwemalî û millî çêkin. Em dev ji makezagonên derbeyê berdin, ji bo makezagoneke sivîl û azadîxwaz dest bidin hev."