Nihat Kavşut
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
ANKARA
Hamî Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva ji bona xeberdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê ya bi têlefonê wiha got: "Berevajiyê daxuyaniya Ofîsa Serokomariyê ya Fransayê di xeberdanê da Macron dema qala biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi jimara 2401ê kir ku li ser rewşa însanî ya li Sûriyeyê ye balê nekişand ser Efrînê."
Aksoy ji bona pirsa li ser daxuyaniya Fransayê ku qala xeberdana bi têlefonê ya Serokomar Erdogan û Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê dikir bersiveke nivîskî da.
Hamî Aksoy der heqê xeberdana Erdogan û Macron ya bi têlefonê da diyar kir berevajiyê daxuyaniya Ofîsa Serokomariyê ya Fransayê di xeberdanê da Macron dema qala biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi jimara 2401ê kir ku li ser rewşa însanî ya li Sûriyeyê ye balê nekişandiye ser Efrînê û wiha dewam kir: "Naveroka xeberdanê û daxuyaniya Ofîsa Serokomariyê ya Fransayê li hev nakin. Me berteka xwe ji meqamên Fransayê ra gotin."