12 Adar 2017•Rojanekirin: 12 Adar 2017
KOLN
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya bi balafira taybet ji balafirgeha Koln-Bonna Almanyayê ber bi Stenbolê bi rê ket.
Wezîr Kaya bi balafira taybet a ku seba Wezîrê Ciwan û Werzişê Akîf Çagatay Kiliç ê ku ji bo hin bernameyan li Berlînê ye, hatiye terxankirin va ji balafirgeha Koln-Bonna Almanyayê çû Stenbolê.
Konsolosê Tirkiyeyê yê li Kolnê Huseyîn Emre Engîn jî li balafirxaneyê Wezîr Kaya oxir kir.
- Ji Hollandayê skandala dîplomatîk
Hikûmeta Hollandayê ziyareta Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Kayayê asteng kiribû.
Wezareta Karên Derva jî ji Balyozê Hollandayê yê ku niha li îznê û dervayê Tirkiyeyê ye, xwestibû ku qederekê venegere ser vezîfeya xwe.