Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku welatiyên li xurbetê zor û zehmetî kişandin û wiha got: "Lê we sebir kir û berxwe da û em ji we re sipasdar in. We bi keda xwe 50 sal li pey xwe hişt."
Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser bobelata Somayê û destnîşan kir ku di vê bobelatê de 301 karker mirin û wiha got: "Welatiyên me yê li xurbetê jî vê êşê hîskirin. Ez li vir jî dixwazim dubare bikim û soz bidim, em ê hesabê vê bipirsin. Niha lêpirsînên îdarî û dadî didomin. Ji bo kêmkirina êşan çi ji destê me were em ê bikin."
Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de wiha got: "Biryara ku gelê welatê min dide, ne mecbûr e ku ji destûra hin kes û deran derbas bibe, destûr tenê ya gelê me ye. Em midaxeleyî hilbijartinên li dewletên din nakin, em tenê telefon dikin û pîroz dikin. Divê hûn siyanetê nîşanî biryara gelê tirk bidin, mesele ev e."
Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser protestoyên li Kolnê û wiha got: "Ew jî hemwelatiyên me ne. Em ê rê nedin provakasyonan û em ê bi aqlê selîm tevbigerin û vegerin malê. Em ê rê nedin polîtîkayên qirêjkirinê. Em ê nekevin dafikan, dê li derve jî biratiya me bidome."
Serokwezîr Erdogan: "Êdî Tirkiye bi siyaset, aborî, nirx û misyona xwe ve perçeyekî Ewropayê ye. Divê siyasetmedarên Ewropayê êdî ve bibînin û qebûl bikin. Pirsgirêkên Ewropayê bi Tirkiyeyê çareser dibe."