Haydar Şahin
31 Gulan 2019•Rojanekirin: 31 Gulan 2019
Wezîrê Edaletê Gul: "(Stratejiya Reforma Darazê) Ev belge ne ya AK Partî, Birêz Serokomarê me û Wezareta Edaletê ye, belge ya gelê Tirk û 82 milyonî ye."
Wezîrê Edaletê Gul bo Strateji Reforma Darazê wiha got: "Ev reform ji çavdêriyê ra vekiriye û em ê bi awayekî şefaf û eşkere teqîb bikin ku ev pêk were."
"Di binçavkirinê da ji bona dema lêpirsîn û jêpirsînê dema herî dirêj heye. Wek mînak heger 3 sal doz neyê vekirin 3 sal girtî dimînin. Ev wiha nabe."
Gul bo Stratejiya Reforma Darazê wiha got: "Wê di demeke kurt da qanûn derkevin û tevdîrên ji bona îdareyê lazim in zûtir bên hildan."
"Heger kesek girtî be heq e ku demildest derkeve dadgehê."
"Em ê bi hev ra pergaleke wisa ava bikin ku kes ji ber gotin, fikir û rexneyan nekevin hepsê û mehkûm nebin."
"Gavên ku em diavêjin li Yekîtiya Ewropayê û li hemû dinyayê kesên objektîf dikarin qebûl bikin. Wê feydeyê bide pêvajoyê (pêvajoya YEyê) jî."
"Daraza ku bi destê FETOyê hat xerakirin baweriya însanan bi darazê nehişt. Me kêmasî tesbît kirin û ji bona me gelek girîng e em çareser bikin û baweriya bi darazê xurt bibe."
"Bi gavên bên avêtin wê him baweriya welatiyan bi darazê çêbe û him jî di demeke kurt da darizandin bên teqîbkirin."
"Ji 2019an pê va dozên welatiyên me wê mîna 'Îro here û şeş meh bi şun da were' nebe."
"(Plana Çalakiya Mafên Mirovan) Bi xwebawerî li ku derê îxlalek hebe wê neyê veşartin û ji bo vê jî em ê belgeya xwe di demeke nêz da eşkere bikin."
"Tu rastiya wan nûçeyên ku dibêjin Tirkiye bi daxwaza Amerîkayê wê temînkirina S400an taloq bike û vê yekê dinirxîne, tuneye.
"(Ji bo dîmenê Kadrî Gursel ê kelepçe kiribûn dest) Hûn çima kelepçeyê dikin dest... Ew bi xwe hatiye. Bi rastî jî ew dîmen tiştekî ku bê qebûlkirin nîne."
Wezîrê Edaletê Gul ji bona temînata cî ya dadger û dozgeran wiha got: "Ji ber ku dadger biryarekê dide wê wî ji Stenbolê neşînin Qersê. Ji bona dadger û dozger ji ber biryarên wan neşînin edliyeyeke din êdî temînat çêdibe."
"Ez bawer dikim beriya Meclis bikeve betlaneyê pakêta darazê ya yekemîn were Meclisê."
Wezîrê Edaletê Gul der barê ezmûna meslekên hiqûqê da wiha got: "Niha ji bona xwendekarên dixwînin fikreke me yê wisa tuneye. Kesên teze tercih dikin dema diqedînin wê bizanibin ku ji bona vî karî bikin wê bikevin ezmûnekê."
"(Darizandinên FETOyê) Dadgerên me di çarçoveya hiqûqê da li gor hikmê hemû rêgezan darizandinê didomînin."
"(Ji bo texliyekirina Golgeyê welatiyê Amerîkayê) Piştî darizandinê di çarçoveya çavdêriyê da piştî ku qismek cezayê xwe kişand paşê hat texliyekirin. Berdaneke di nav dema girtîbûnê da nîne lewra cezayê xwe kişandiye. Wek girtina di malê da piştî şert û merc bi cih hatine pêk hatiye."
"Dadger û endamên darazê şûna cil û bergên welatî û parêzeran divê li dosyeya pêş xwe mêze bike... Ew kurm ji berê va maye."
"(Hevdîtina Ocalanê serokê rêxistina terorê û parêzerên wî) Wekî periyodîk li gor biryarên dadgehê û rêgezên Wezaretê dibe ku destûr were dayîn. Di eydê da jî çawa mielemeyê li girtiyên terorê dikin di çarçoveya hiqûqê da wê mijar bên nirxandin."
"Ji bo zarokên xwe bibînin ma meriv îcrayê dibe ser zarokan? Em ji bo vê rakin jî serastkirinê dikin. Me xebateke însanî temam kir. Meclisa me ew ê teqdîr bike."
Gul ji bona dadgerê ku bertek nîşanî dawa etega parêzara jin da wiha got: "Em ê destûrê nedin helwestên şaş yên wiha ku daraz nelewite. Demildest çi hewce dikir hat kirin."