ÎSTANBUL
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got: "Weke ku hûn dizanin maweya girtinê ji 10 salan daketibû 7 sal û nîvî. Em duh li ser vê mijarê xebitîn û me biryar da ku ev 7 sal û nîv dakeve 5 salan. Dema ku meclis jî vê biryarê qebûl bike û ev biryar ji meclisê derbas bibe, ez wisa zen dikim ku bi sedan, hezaran mirov dê ji vê biryarê îstifade bike."
Erdogan beriya ku biçe Almanyayê li Balafirgeha Atatirkê civîna çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamegeran bersivand.
Erdogan li ser pirsa "Duh li Dolmabahçeyê der barê mijara pakêta demokratîkbûnê de civîna we hebû. Hûn dikarin der barê naveroka paketê de agahiyan bidin?" diyar kir ku ew bi hûrgulî li ser paketê sekinîn.