Türkan Tosun
06 Hezîran 2017•Rojanekirin: 06 Hezîran 2017
MERSÎN
Rûniştina doza Parlementera Wanê ya HDPyê ya berê Fîgen Yuksekdag a ji ber îdiaya li Mersînê di axaftineke xwe de heqaret li Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu kiriye, li Mersînê dewam kir.
Rûniştina dozê li Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya 9emîn a Mersînê çêbû. Yuksekdaga ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Kandirayê girtiye wek rûniştina ewil beşdarî vê dozê jî nebû.
Parêzerên Yuksekdag gotin axaftina wê ya ku bûye mijara dozê li ser kursiya meclisê û koma partiyê de jî hatiye kirin, ji ber vê divê ew di çarçoveya parêzbendiya rêzikdanînê de bê nirxandin.
Dadgehê biryar da ku Yuksekdag li ser Sîstema Enformatîk ya Bidîmen û Bideng beşdarî dozê bibe û ji bo vê jî doz heta 6ê mijdarê hat taloqkirin.