19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
LONDRA
Borîs Johnsonê Wezîrê Karên Derva yê Îngilistanê bang li Rûsyayê kir dawî li "piştgiriya didin rejima Esed" bînin.
Johnson li Kamaraya Ewamê ya şaxa parlementoya Îngilistanê der barê geşedanên li Sûriyeyê da agahî da parlementeran.
Borîs Johnson diyar kir hewl tê dayîn delîlên der barê êrîşa kîmyewî ya li Xan Şêxûna Îdliba Sûriyeyê da ji holê bên rakirin û got di lêkolîna li ser kovanan hat kirin da xaza serînê derketiye.
Johnson destnîşan kir rejima Esed di 2014-20145an da jî 3 êrîşên kîmyewî kir û got Rûsya rê li ber digire rejim bê cezakirin.
Borîs Johnsonê Wezîrê Karên Derva yê Îngilistanê bang li Rûsyayê kir dawiyê li "piştgiriya didin rejima Esed" bînin.
Rejima Esed 4ê nîsanê li Xan Şêxûnê êrîşa kîmyewî kiribû û ji 100î zêdetir sivîl hatibûn kuştin û ji 500î zêdetir kes birîndar bûbûn.